Sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê

E-mail Ji bo çapkirinê PDF
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon
    pinsPêsgotin
    Sunetkirina keçan, girêdan û kontrolkirina hîsên jinantiyê ye. Ji baweriya dîtina jinê, weke mal û navgînek kêfxwesiyê, tê. Encamên pêserojê nayê hizirkirin. Nexwesiyên bedenî û rûhî nayên hesab kirin. Xeyal û evîndariya jinan nabe cihê lêpirsînê...

    Em ê bi vê dosya taybetî rastiya sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê bînine holê. Istatîstîkên li ser herêmê, dîtina kesên bûne qûrban û pisporên pirsê bikin mijara xwe. Armanca ew e ku, rastiya li Kurdistanê bê dîtin. Rê li ber girtin ku, ev nexwesî û hovîtî derbasî perçeyên din nebe. Ji Hikumeta Herêma Kurdistanê bixwazin ku, rê li ber sunetkirina keçan bigire. Komîsyonek çavdêr ava bike. Birîna jinên birîndar derman bibe. Qesabên keçên biçûk bi hiskî ceze bike.

    bayan-londomEm eskere dikin ku, pirsa sunetkirina keçan ya li Herêma Kurdistanê, di bin rêvebira WomenAid ê, Bayan Nasih bi kampanyek navnetewî diçe ber destê WHO yê. Hêja Nasih ne bi tenê ye. Pistgirên wê pir in. Dezgehên din yên navnetewî jî pirsê ji nêz ve disopînin…

    Organîzasyona li dijî qirkirina kurda CHAK-Ewropa, em tenê nehistin. Di dema lêkolîn û pêsdebirina xebatê de, bi hebûna wan em bi hêztir bûn. Gelek spas ji bo xwîsk û birayên CHAK-Ewropayê.

    Di besê yekem de, em ê hevpeyvîna bi rêvebira têkiliyên navnetewî ya dezgeha ”Womenaid” ê, Bayan Nasih bi we re par vekin. Hêja Nasih li ser pirsê pispor e, û bi xwe bûye qûrbana sunetbûyinê. Gelek spas jibo hevkariya rêvebira WomenAid ê Bayan Nasih û tevayên dezgehên besdar. 


    Qûrbana sunetbûyînê Bayan Nasih:
    Sunetkirina keçan ya li Kurdistanê rawestînin!


    Hevpeyvîn:
    Gabar Çiyan / Zarathustra News

    WomenAid
    WomenAid komelek serbixwe ye. Bi çi partiyan û baweriyan ve ne girêdayî ye. Pirsa jinan ji awira netewî û navnetewî dike cihê niqasê. Jinên di bin zilmê de ne, yên ku dibin qurbana lêdan, îskencê û cinsî dikarin alîkariyê ji WomenAid ê bigirin. WomenAid pirsa jina ji gelek aliyan ve dihêne rojevê. Derdixîne pêsberî raya gistî. Bi kampanyên xwe bendorê li rêvebiran dike. Bi vê rêyê rewsa jinan bastir dike. WomenAid besdarî projeyên jinan dibe. Bi organîzasyonan re dixebite. Pistgiriya aborî bi dezgehên însanî re par vedike. Navenda WomenAidê li Stockholmê ye.

    - Ji kerema xwe re qala xwe ji mer e bike, Bayan Nasih kî ye?
    Ez li gundekî nêzî Kerkûkê hatim dinyê. Ez hetanî 15 saliya xwe li wir bûm. Di 1985 an de gund ji aliyê rejîma Iraqê ve hate xirakirin û bi erdê re kirin yek. Ji rûnistvanên gund re ji bilî barkirina basûrê Iraqê anjî kampên penaberan li Erbîlê (Bneslawa û Dareto) çi cihekî din tune bû. Min, li gundê Hasarê dibistana seretayî û lîse li Kerkûkê xwend. Dêbavê min dixwest ez bixwînim û bibim xwedî meslek. Li gund ez keça yekem bûm ku macala xwendina bilind bi dest xist, bi saya dêbavê xwe perwerdeya xwe bi dawî anî.
    Min li zanîngeha Baxdayê besa aborî û îstatîstîkê xwend. Min di navbêra 1991-93 an de li Kurdistanê bi fedekariya sexsî bi du dezgehên almanî re xebatên civakî kir. Ji sala 1992 an ve ji bo maf û azadiya jinan li Kurdistanê, dixebitim. 1995 an de hatim Swêdê. 1995 an ande, perwerdeya min ya li zanîngeha Stockholmê besa civakî  bi dawî hat û min dîplomeya xwe girt. Xebata min di ”Kvinnofrid”ê weke sekretera sosyalê didome.

    - Tu ji girêdan û rêvebirina karê navnetewî ya ”WomenAid” ê mesûl e. Ji kerema xwe re, me li ser armanca WomenAid ê û rola xwe ronî bike…
    Ez, ji 2007 ve endama rêvebir ya Komela WomenAid ê me. Komele, ji awira netewî û navnetewî li ser pirsên jinên di bin tadeyî û zilmê de ne, mûjil dibe. Serbixwe ye. Em dixwazin rewsa jinê ji awirên cewaz bînin rojevê û bikin cihê niqasê. Da ku karîbin bandorê li desthilatdariyê bikin û rewsa jin û zarokan bastir bikin. Ez ji rêvebirina xebatên navnetewî mesûl im. Rewsa jina li gelek aliyên cîhanê dihênime rojevê. Weke mîsal rewsa jinên li Kurdistanê pirsek giring e. Cihê jinên Kurda di dilê min de ye û ez bi wan re dijîm.

    - Tu xwe amade dike ku nameyekê bisîne ji Dezgeha Sihetê ya Cîhanê-Who yê. Balkêsana wan li ser pirsa sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê, armanca te ye. Li Kurdistanê rews gelekî xirab e?
    Min bi munasebeta ”roja 6 sibatê ya UN ê li dijî sunetkirina keçan”, berpirsiyartiyek girt ser milê xwe. Nameya min ya ji Dezgeha Cîhanê ya Sihetê - WHO re, li ser pirsa sunetkirina keçan e û hetanî 8 ê adarê wextê wê heye. Xelk dikare bi îmzeyên xwe, bir rêya malpera me pistgiriyê bikin.

    Rews, ji zanabûn û texmînên me pir wirdetir û xirabtir e. Statîstîkên di dest me de tevayê herêmê û besek ji taxên kerkûkê hemêz nake. Êsa kesên qûrban nebûye cihê lêkolînên berfireh, ne ji aliyê rûhî û nejî bedenî ve di destê me de çi zaniyarî tune ye.

    Ne ecêb e ku îro li gelek deveran jinên sunetbûyî ji aliyê mêrên xwe ve bi ”bê hîs, bê zewq, cemidî û bê nirx” têne nîsandan, sucdarîkirin. Hêviya min ji WHO ew e ku li ser problemê kur bibe, û Iraqê têxe nav lîsteya welatên keçên biçûk sunet dikin. Divê ew bi rêvebirên herême re programek netewî pêk bînin. Pir giringe ku zaniyariyê li ser xeterên sunetê belav bikin û xelkê li ser pirsê ronî bikin.

    - Hêviyên te ji dezgehên însanî û Hikumeta Herêma Kurdistanê-KRG çi ne?
    Hêviya min ji dezgehên însanî ew e ku, kampanyek netewî li seranserî Kurdistanê, li ser bingeha belavkirina zaniyariyê û aliyê neyênî yê sunetbûyînê bidin destpêkirin. Pirs bi mafê mirovan, wekhevî û demokrasiyê ve girêdayî ye.
    Ez di 5 saliya xwe, di 1975 an de bûme qûrbana sunetkirinê û bas zanim êsa wê îskencê. Ez naxwazim keçên biçûk yên Kurdistanê mîna min bibin qûrban û wê êsê biksînin. Di dema 2000 î de neqedexekirina sunetê li Kurdistanê cihê fêdiyê ye. Pêwîst e KRG bi rêya derxistina qanûnekî sunetkirina keçan qedexe bike û kirinên wisa mehkûm bike. Kesên sucdar ceze bike. Her wisa ji gelek aliyan, ji awira hizirkirin û aboriyê alîkariyê bide kesên dijberî sunetkirinê dixebitin. Divê KRG bi rêya kanalên tv, radyo, mizgeft, nexwesxane û navnedên partiyan kampanya li dijî sunetkirinê bide destpêkirin. Divê ev kampanya di demên cewaz de çend caran bê dubarekirin. Mirov dikare îro dest pê bike.

    - Tu bi xwe jî qûrbana sunetbûyinê ye. Bubuhure ji bo ku em ê wan rojan bînine bîra te û ji te rica bikin ku qala prosesa sunetkirina keçan bike…
    Belê, qet ne hêsan e ku mirov wê demê bibîr bîne. Ez qûrban im, lê naxwazim ku weke qûrban bême binavkirin. Qalkirina wê, tirs û xengîniya di dilê mirovî de heye zêde dike. Min hedefek daye pêsiya xwe: Ez naxwazim ku pistî 20 salên din keçên me hesabê sunetbûyina xwe bikin cihê pirsê.

    Sûnetkirina keçan li Kurdistanê bi hostebûn û di bin perda bêdengiyê tê kirin. Ne weke dema sunetkirina law / kurikan e, ji keçan re çi sahî nayê çêkirin. Ji ber ku hiskiyek bêsînor li dijî lawikan tê karanîn, ez bi xwe li dijî wê me.

    Sûnetkirina keçan gelek caran li mala hinekan din dikin. Pîrejinên sunetkar ku
    li herêma xwe têne nasîn ”Xetena an sunet”ê dikin. Hayê keçikê jê tune dê sunet bibe. Mirov diçe wir, lê nizane dê çi bibe. Pasê pê dihise ku pirs cidî ye û dê karek
    nexwes pêk bînin. Mirov ditirse. Carna gelek keç bi hev re tên sunetkirin. Dest û nigên mirov ji aliyê yek an du jinan ve tê girtin, sidandin.
    Dema ez hatim sunetkirin, zeîf û biçûk bûm. Jinekê destûnigên min hisk girt. Dema mirov bas/hisk neyê girtin dikare seqetiyên mezin bibin. Mirov ji tirsa û bêçaretiyê dilerize. Bi carekê êsek dest pê dike û sewata wê tevayê lasê mirovî radipêçe. Sunetkirin di 5-7 saliya keçan de pêk tê, lê sal dikare carna bê guhertin. Aletên wan ji cilêt /cuzanan pêk tê. Sunet bi axaftina pîrejinê ya ”tu keçek hêja û bêtirs bû ku negiriya” bi dawî tê. An çi kes nayê û birîna mirvî derman nake. Ji xwe dema mirov 5-7 salî ye nizane birîna xwe jî derman bike.

    - Pistî salên derbasbûyî, tu dikarê hîsên xwe bihêne zimên?
    Min bi xwendina pirtûkên femînist û doktora Misirî Newal Al-Sadawi li ser “sunetkirina jinan û aliyên wê neyênî li ser cinsiyetê” di 16 saliya xwe de xwend. Ez jî yek ji wan jinan bûm ku wê qal dikir. Lewma ez hîsên min bi hers û xemginiyê barkirî bûn. Pêseroj, evîndarî û zewac tê bîra mirovî, li aliyê din êsa jina biqisur lasê mirovî radipêçe. Lê nuha ez zanim ku sunetkirina keçan pêlkirina mafê mirovan yên bingehîn e, û nirxê mafê mirovan di sexsê min de hatiye pêlkirin. Tev ji ber nezanî, bawerî û toreyên sas ku bi rêya wê keç dihatin sunetkirin.


    NAMEYA BAYAN NASIH BO WHO YÊ


    Nameyek eskere ji Organîzasyona Cîhanê ya Sihetê-WHO ê ye re

    Mijar: Sûnetkirina keçan (qîz) li Basûrê Kurdistanê

    Ev bangek eskere ye. Bi vê bangê em dixwazin bala cîhanê biksînin ser besek ji Kurdistana Iraqê ku li wir, li dijî keçên biçûk metodên barbarî û îskencekirinê tên bikaranîn.

    Hejmarek îstatîstîk û lêkolînên ilmî li ser xeterên sûnetkirina keçan li Herêmê, bi tebîniyên xwe alarmê didine me, me siyar dikin. Da ku em pirsê çareser bikin.

    Sedemên ku pirsê dike tabû û rê li ber eskerekirina buyerên wisa digirin, nezanî ye, nêzîkbûna kevnesopî li lasê jinê û pirsa cinsî ye.

    Li Iraqê qîzên biçûk tên sunetkirin. Em ew kesên ku vê bangê îmze dikin, ji WHO yê dixwazin ku navê Iraq ê têxe lîsteya wan welatan ku li wir keç têne sunetkirin. Dema rastiya li Iraqê bê dîtin û pejirandin dê pirsa sunetkitina qîzên biçûk bala cîhanê biksîne. Di heman demê dê zext bikeve ser rêvebirên fermî ku karê xwe bastir bikin û rê li ber buyerên wisa bigirin.

    Dezgeha Almanî ”Wadi” ji sala 2004 an û hetanî nuha li wir li dijî sunetkirina keçan xebata xwe bê westan dide domandin. Wan li Kurdistanê, di destpêka 2008 an de lêkolînek berfireh ku 25 dibistanên seretayî (destpêk) li cihê Bitwên ê hemêz dike, pêk anî. Encama lêkolînê derêxist holê ku ji 1733 keçan 1645 kes hatine sunetkirin. Ev hovîtî ye û li gorî peymanên mafê bingehîn yê zarok û mirovan, sucek mezin e!

    Hikumeta Herêma Kurdistanê-KRG di meha dawiya 2008 an de pêsniyara ”qanûna qedexekirina sunetkirina keçan”, qebûl nekir û pas de sand. Ev tenê mîsalek e. Mirov dikare bi rêya wê fêm bike ku rêvebirên herêmê çiqasî giringiyê didin pirsa parastina mafê jinan û zarokan. Li hinek aliyên Herêma Kurdistanê rews wisa ye. Li ser tevayê Iraqê, mixabine ku çi îstatîstîk di destê me de tune ye.

    Pêwîst e em bi hev re dengê xwe li dijî sunetkirina keçikan bilind bikin.  Ji bo rawestandin û qedexekirina sunetkirinê gavên pêwîst bavêjin. Her wisa em destê alîkariyê dirêjî wan keç û jinên ku bi vê rêyê hatine birîndarkirin bikin û birînên wan derman bikin. Stockholm 2009-02-06.

    Bayan Nasih

    Eurokurd

    Nûkirina dawîyê ( SATURDAY, 28 FEBRUARY 2009 07:11 )  

    جدیدترين خبرهای فارسی