Komîteya Newneteweyî ya Dij Dardekirinan di derbarê îdama Kemanger û Letîfî de hişyarî da

E-mail Ji bo çapkirinê
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon

    ferzad_o_hebib

    Komîteya Newneteweyî ya Dij Dardekirinan di derbarê cezayê îdamê yê girtiyên Kurd Ferzad Kemanger û Hebîbullah Letîfî de hişyarî da.

     

    Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku talûkeya ku Ferzad Kemanger û Hebîbullah Letîfî bêne îdamkirin di rojevê de ye û weha hate gotin:

    Koma Îslamî ya Îranê piştî îdamkirina Fesîh Yasemenî, Îhsan Fetahiyan, dardekirina 6 kesî din li girtîgeha Esfehan hefteya bûrî û 2 kesên li girtîgeha Sîrcanê û piştî kuştina bi gumam ya girtiya bi navê Zehra Ca`ferî li girtîxaneya Urmiyê niha jî biryara bicîhanîna cezayê îdamê yê Kemanger û Letîfî daye.

    Di daxuyaniyê de her weha hatiye gotin ku berpirsê beşê pêkanîna îdamê yê girtîgeha Sine ji Hebîbullah Letîfî re gotiye ku tu garantiya ku cezayê wî neyê pêkanîn nîne, û bi vî awayî di rastiyê de jê re gotine ku înfazkirina îdama wî di rojevê de ye.

    Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hemû nîşanên ku bicîhanîna cezayên Ferzad Kemanger û Hebîbullah Leîtîfî do rojevê de ne hene. Lewra divê hemî aliyên têkildar têkevine nav çalakiyên lezgîn, û di serî de jî rêxistinên mafê mirovan divê bi erk û wezîfeyên xwe rabin û li girtiyên di bin talûkeya îdamê de xwedî derkevin.


     

    Video

    جدیدترين خبرهای فارسی