''Xwezî buhayê azadiyê bi qasî canê mirovan neba''

E-mail Ji bo çapkirinê
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon

    kawe_muzeferi_copy

    Nameya çalakvanê medenî û çalakê mafê jinan Kawe muzeferî, jibo çalakvanê sivîl û mamostayê girtiyê Kurd Ferzad Kemanger.

    Kêm mirov hene ku qedrê jiyanê dizanin, mirovên ku jiyana wan pirre ji afairandinê, mirovên ku demjimêra jiyana wan ji hev cudaye û ji bo bexteweriyê di şer da ne. Diyare insanên wiha ava jiyanê ne, mirovên ku buhayên jiyanê fêm dikin û ligor gotina hemû mamostayan '' jibo civaka xwe kesên bikêr in''. Dema demek pir kurt di girtîgeha Êvînê da desteser bûm, bi yek ji wan mirovan ra ku bi rêkevt ew jî mamostaye, nasiyariya min çêbû. Ferzad Kemanger, ji wan mirovane ku dema li çavên wî dinêrî, bi hemû wateya xwe jiyanê hiss dikî. Werbêjî qet jibo wî girîng nîne ku bi salan e di girtîgehê daye û di bin sêdareya îdamê da dijî. Ferzad weke çiyayên Kurdistanê azad e. Weke zarokên ku di hevşa dibistana wî da dilîzin dilxweşe. Derfetek kêm lê tecrubeyek pirr giranbuha bû, demek kurt ku bi Ferzad ra hevbend bûm. Li cîhekê ku mirovan jibo biçûktirin pêdawistiyên wan kêm û pûç dike hatiye çêkirin, Ferzad jibo jiyanê şer dike. Weke ku ew çêbûye da jiyanê watedar bike, weke ku ew çêbûye da kesên din hînî azadiyê bike, weke çêbûye ku girtîgehê bêwate bike. Hêviyên wî bo insan û azadiyê ewqas mezinin ku bilindahiya dîwarê girtîgehê nagehîje bejna wî. Belku her ew ruhiyeta azade ku desthilatxwaz şewandine. Dema nikarin îmana Ferzad jibo jiyanê dagîr bikin, weswese dibin ku laşê wî bê rih bikin, berjewendiya parastina nevekheviyên heyî, ewqas desthilatxwaz ji xwezayên insanî dûr xistiye ku feda kirina canê mirovan bûye beşek ji islubên wan. Ewqas ku mirinê licîhê jiyanê teqdîs dikin, ewqas ku êdî işkenceya mirovan jibo wan bûye îbadet.
    bi wan hemû tiştan ji, jiyane ku berdewame û mirovên weke Ferzad ku dibin mamostayên wê. Mirovên ku kesên din hînî berxwedan û şoreşgertiyê dikin. Mirovên ku jibo xuliqandina cîhaneka bê zordarî û hovitiyê têdikuşin. Mirovên ku çiraya hêviyê pêkirî dihêlin.
    Di wan rojan da desthilatxwaz hovitiyê pêş dixin û tovê bê hîvîtiyê belav dikin, Bîr anîna mirovên weke Ferzade ku hêviya jibo jiyanê dubare jîn dike. Dema difikirim mirovên weke Ferzad, Ebdullah, Behmen, Şîwa, Mensûre, Omîd, Sumeye, Ruzbêh, Şîrîn, Mecîd, Beharê û Nadir û bi sedan girtiyên din çava berxwe didin , hîn dibim ku pêwîste çiraya jiyanê pêkirî bihêlîn.
    Herçend şerê dinavbera tirs û hêviyê bidawî nabe, herçend zincîrên veşartiyên roj mirinê bê rawestan têdikuşin da koma me kêmtir bikin. Dîsan xeyalên wiha hene ku hê jî buhayê şer kirinê hebin. Carna dema bê hêvîtî û tirs zal dibe, jixwe difikirim gelo azadiyê buhayê ewqas êş û azaran heye? Gelo ramanên me buhayê tehemula ewqas nexweşiyan heye? Nizanim, çi hêzeke ku bi bîra min tîne: geleo jiyana bê zadaî û bê xwziyên me wateyek dibe? Difikirim, ew hêz tiştek nîne ji xeynî wan dersan ku ji insanên weke Ferzad hîn bûme. 

    Wergerandin ji Farsi: Dêrsim OREMAR
    Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be

     

     

    جدیدترين خبرهای فارسی