Xwendekarekî Kurd li Zanîngeha Tehranê Hat girtin

E-mail Ji bo çapkirinê
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon

    zaningeh_tehran

    Êvara roja borî Cehangîr Ebdullahî xwendekarê pisporiyê yê zanîngeha zanistiya siyasî ya Tahranê, li hemberî deriyê derve yê zanîngehê ji aliyê karmendên rejîmê ve hatiye desteser kirin.

    Hate zanîn ku Cehangirî berpirsiyarê encûmena kulturî ya xwendekarê kurd li zanîngeha Tahranê ye.

    Li aliyekî din jî, "Xidir Resûl Mîruwet" xwendekarê Kurd li zanîngeha Urmiye yê, ku di meha tebaxê ya sala derbasbûyî de hatibû desteserkirin û cezayê 3 sal zîndanê dabûn wî, hate zanîn ku Xidir careke din li dadgeha bajarê Mahabadê hatiye dadgeh kirin û ji ber tawanên nû hatiye tawambarkirin û ew careke din vegerandine girtîgeha bajarê Mîyandîwawê.

    Şayanî bahs e ku xwendekarê kurd Xidir Resûl Mirwet bê parêzger e û ji loma jî di rewşeke dijwar de ye, ew di gîtîgeha bajarê Mîyandiwawê di nava girtiyên ji ber narkotîkayê û madeyên hoşberiyê de tê girtin.


     

    Video

    جدیدترين خبرهای فارسی