Ihtimala îdama girtîyê kurd "Hisên Xizirî" heye

E-mail Ji bo çapkirinê
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon

    Hisen_xizri

    Girtiyê siyasî yê kurd Husên Xizrî, cezayê îdamê lê hatiye birîn, ji girtîgeha Urmiye yê ji bo devereke nediyar hate veguhestin û îhtimal heye ku rejîma Îslamî ya Îranê amadekariya dardakirina girtiyê siyasî yê kurd dike.

     

    Li gora wan agahdariyên ku ji rojhilatê kurdistanê geheştine destê me, do bi şev 6 sibatê kathejmêr 9, yazdeh kes ji hêzên rejîma Îranê, çalakvanê siyasî yê kurd Husên Xizrî, ji girtîgeha Urmiyeyê veguhestine devereke nediyar.

     

    Husên Xizrî, meha Tebaxê ya sala 2008 an ji aliyê hêzên Îtleat ve hate girtin û heyş mehan êşkenceyên giran lê hate kirin. Pişt re jî ew ji aliyê dadgeha Urmiyeyê bi tohmeta propogandaya lidijî Îran û hevkariya digel partiya jiyana azad a kurdistanê PJAK, hate dadgehkirin û heman dadgehê cezayê dardakirinê lê birî. Dadgeha temîzê angê ya pêdaçûnê ya Urmiyeyê 9 Tebaxê cezayê dardakirinê careke din erê kir.

    Hêjayî gotinê ye ku girtiyê kurd Xizrî, ji ber ku demeke dirêj di odeyeke yekkesî de hate girtin û êşkenceyên gelekî giran lê hate kirin, ji sedî bîst û pênc ronahiya çavê xwe winda kir.

    Ciyê bibîranînê ye ku dadgeha Urmiyeyê ya bilind heta wê dema ku cezayê dardakirinê jî da Husên nehişt ku parêzer têkevin doza wî.

    Hêjayî gotinê ku niha 21 girtiyên siyasî û medenî yê kurd di zindanên rejîma Îslamî ya îranê yên li rojhilatê kurdistanê û Îranê de ne, ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn û her dem û kêlîk dikarin bêne îdam kirin. Navê van girtiyên ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birîn ev in:

    Navên girtiyên Kurd ku bi cezayê îdamê re rûbirû ne ev in:

    Zeyneb Celaliyan, Şîrîn 'Elemhuy, Şêrko Me'arifî, Hebîbullah Letîfî, Samî Hiseynî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Reşîd Axkendî, Hisên Xizrî, Ferzad Kemanger, 'Elî Heyderiyan, Ferhad Wekêlî, Misstefa Selîmî, Enwer Rustemî, Îrec Muhemedî, Mihemed Emîn Aguşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Talî'î, 'Ezîz Mihemedzade, Mihemed Emîn 'Ebdullahî û Qadir Mihemedzade.


     

    Video

    جدیدترين خبرهای فارسی