Bîranîna Mahmûd Baksî

E-mail Ji bo çapkirinê
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon

    mahmd_baksEnstîtuya Kurdî ya Brukselê bi munasebeta salvegera wefata Rojnmavan û Nivîskarê nasdar Mahmûd Baksî bîranînekê organîze dike.

     

    Bîranîn roja Semî, 20.12.2008, Saet 19.00 – 21.30 li navnîşana Rue Bonneelsstraat, 16 – 1210 Bruksel ê pêk tê. Bîranîn ji raya giştî vekirî ye.

     

    Rojeva bîranînê wisa ye:

    Elin Clason, Jiyana Mahmûd Baksî li Swêd

    Medenî Ferho, ciyê Mahmûd Baksî di nivîskariya (berhemên edebî) Kurdî de

    Memo Yetkîn, mîna kurdekî Mahmûd Baksî çawa bû

    Mîrhem Yigit, Rojnamevaniya Mahmûd Baksî

     

    Mahmûd Baksî (1944-2000)

    Di sala 1944 de li Suphiyê gundê Hezo (qeza Êlihê), Bakurê Kurdistan,  ji dayikê bûye, 19.12.2000 de jiyana xwe li Stockholm (Swêd) ji dest da.

    Ew nivîskar û rojnamevanekê balkês bû. Ji sala 1967 û pas de li sr pirs û jiyana Kurdan bi nîvîs û pirtûkên xwe bê rawestan nivîsiye. Destpêka rojnamegeriya wî di Batman Postasi de dest pê kir. Nivîs û berhemên wî her tim ji aliyê dewleta Turk mîna xetereke mezin hatine ditin û qedexe li ser wan peyda bûne.

    Di sala 1968an de bû serokê TIPê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) ya Batmanê. Di sala 1969an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadî Akkiliç Davası derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî Turk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.

    Mahmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DISKê didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968 heta 1970 domand. Paşê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdu pirtûkên wî ên ku hatin çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de ji bêmecaliyê mecbûr ma ku derbasî Elmanya bibe. Di sala 191 de junta leskerî dest danî ser îktîdarê û ev bû yek ji sedema ku Baksî di sala 1971ê de li Swêdê bi cih bû.

    Mahmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergeriyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand.

    Mahmûd Baksî di 19'ê meha 12'an ya 2000'î de li Stockholmê çû ser dilovanoniya xwe û niha li Diyarbekirê veşartiye.

    Mahmud Baksî 22 pirtûk nivîsandin û li welatên cihê hatin wesandin. Gelek ji wan hatin wergerandin. Zimanên ku pirtkên wî hatine wergerandin: Swêdî, Danîmarkî, Elmanî, Ingilîzî, Kurdî, Norwecî, Turkî û Holandî.

     

    Zarathustra News – Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be


     

    جدیدترين خبرهای فارسی